JI XEW RABÛM....



JI XEW RABÛM....

Ji xew rabûm roj hilatî
Tu li kuma çima nehatî
Ne wek kesê vê cîhanê
Mal xerabê mal mîratî.

Ez û tu ji hev bûne dûr

Kar nekir tişt nexistî tûr

Tev nezanî tev bi qusûr

Em li dinê bikêr nehatî.

       Kes nikar spasya mêrxas

       Li dinê em mane pêxwas

       Nebûn dewletek xwenas  

      Lewma em ji hev dûr ketî.

Ji mêj li gel te xweş mêr

Mixabin em mane bêkêr

Ji neyaran başî nabe xêr

Çima bêkêr em j'hev ketî?

       Her deverê tuyê mêrxas

       Li nav me henin pêxwas

       Çima li hev nabin xwedî

       Hin zik reşî û hin berbatî.

           Seyda Mêrdînî 11.09.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ