PIR NAZDARÎ
PIR NAZDARÎ
Pir naz dar î
Bi yek car î
Tu nirx dar î
Gula li dar î
Bi bêhn xweşî
Tu tim bi geşî
Ew kar xezela
Gewr çav reşî
Şox û şengî
Remz û cengî
Dilê min sotî
Gulek bi rengî
Bide min geş
Bi çav ên reş
Li penaberîyê
Bûme nexweş
Êş giran zor e
Birînê mi kûre
Tim çav li rêye
Li hawir dore
Ez te nabîn im
Tim dilorîn im
Ji derdên te ra
Ez harû dînim
Li hem ber im
Şeng û jînim
Di baxê dil da
Xem revîn im
Hinav tev birîn
Zerîya dil revîn
Heyran bi gorî
Kirim xemrevîn
S Mêrdînî 05/02/21
Yorumlar
Yorum Gönder