RÛYÊ MIN PÊ RE VEBÛ
RÛYÊ MIN
PÊ RE VEBÛ
Li gel kur apên xwe
di wê kêlik û gavê
Rûyê min pê re vebû,
her wekî roj û tavê
Ez pir kêf xweş bûm,
dilê min bûye geş
Min gava derdor nerî
li wan rû yên xweş
Bi rengên keskesora
dîmenên pir xweşbûn
Wek tîrêjên rojê bûn
lê baş xuyanî dibûn
Ewan rengên bedew
her wekî xemlê bûkan
Em tev hevdû civiyan
li dik û bin sîberkan
Ji ciwan û ji xortan,
li gel zêç û zarokan
Gazin kirin dixwendin
bi pend û bi çîrokan.
S Mêrdînî 13.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder