WELATO 2
WELATO .!
Xwezî ya
ez kor bûma
min te bi van
çavên xwe
ne dî ba.
Xwezî ya
kerr bûma
bila ew dengê
tanq û topan
min ne bihîsti ba.
Xwezî ya
lal bûma
min tim negota
ez ji te
hez dikim.
Xwezî ya
şeyda bûma
min derd û kulê te
êş û jana te
ne dîti ba
Xwezî ya
hîmek bûma
li bin deryayek
bê binî de
veşartî bûma
Welato..!!
Seyda Mêrdînî
19//09//2021
Yorumlar
Yorum Gönder