NEMA KARIM!
NEMA KARIM....
Nema karim xema rakim
wax şêrînê keça mamê
Ji derdê te ez ê bimirim
lêv hingivê ji şekrê şamê
Dûr te naçim ez carekê
wax şêrîna min bêrîvanê
Erd û ezman bibin yek
li min û te ax evîn û vînê
Kirasê bejna te rengîne
hey bedewê ax dilovanê
Gelekî tu bi hilm û bêhnî
wek bihara dor mêrdînê
Kul û derdê dilan pir bûn
ez evindarê te me canê
Agirê dilê min de gûr bûn
ez seyda gorî w heyranê.
S Mêrdînî 16.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder