DÎLBERA MIN!
DÎLBERA MIN.
Dîlber rind, gewr û boze
Min jibîr nekir şev û roje
Ji bona dîlber cangorî me
Ew jibo min daw û doze
Rojên şêrîn û gangoke
Hêsirê çava bûn cihoke
Ez evîndarê teme dîlber
Geştkin li cûdî û bahoke
Dîlber delal wusa neke
Derd û kulê min veneke
Tu yê zehf li min bigerî
Bilî min kes te heznake
Şeva tarî ronahîya minî
Tu gulava ji baxçê minî
Ger li vê dinyê ez mirim
Ji virda pê de tê bi mînî
Dîlbera min ez û tu teva
Nava baxçe li rex heva
Ger kudistanê nebînim
Em ê şîn bin li gel heva
S.Mêrdînî, 26.07.2020
Yorumlar
Yorum Gönder