XERÎBÎ Ez li xerîbiyê dinalim Şopa welat ez digerim Min şev û roja heware Ew şopê ez nabînim Bêhnvedan û raza bûm Xeyalên welat de bûm Nihêrî l'çiyayê mazî me Rêka mêrdînê de bûm Çav ji xewê min vekirî Rondik ji çavan dibarî Wek barana hûr hûrî Bi axîn û hewar û girî Li ber serê min kalekî Ji min çend pirsa dikî Got; seyda yê mêrdînî Tu bi keser û bi axînî Ya rebbê min ya xweda Dilovaniyê bike li seyda Dermanê wî li cem teye Jê dûr bike, kul û derda Rê, şopa welat nîşanke Wî ji xerîbî yê xelas ke Ji bo xatirê navê xwe Tu kurdistan serfirazke S Mêrdînî 27 05/01/2021
Yorumlar
Yorum Gönder