ZARÊ BIYANÎ



ZARÊ BIYANÎ?


Bi pesnê zarê biyanî,

barê xwe neke giran.

Bi zarê xwe xeberde,

bibe nift ji bo çiran.


Hawir dor ronî bike,

çira be ji şevên tarî.

Bibe sedema ronahî,

Her wekî nûr bibarî.


Kîjan ziman xeberdî,

tu xebata wî dikî.

Zimanê xwe dikujî,

xwelî liserê xwe dikî.


Her netew bi zarê xwe,

lê tu bi zarê biyanî.

Xuyaye ku boy çiye,

ji ber ku tu nezanî.


Bawerîya bi yezdan,

zanîst û ilim nebe.

Wekî kesên rasteqîn,

dê li ser eslê xwe be.


Çand û ziman ligelbe,

ji bona mafê milete.

Her netewek mafdare,

bibe xwedî dewlete.


Dema zarê te hebe,

êdî nabî stû xwar.

Dê li koma netewan,

bote hebe kursî û zar.


S Mêrdînî 08.09.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL