YA REBBÎ
YA REBBÎ.!
Ya REBBÎ ez tobe darim
Li dergahê te zare zarim
Bar girane ez pê nikarim
Ferdek ji ebdê te hejarim
Ya REBB dia me qebûlkî
Cankêşê de me şaş nekî
Me û vî feqîrî, rû reş nekî
Tu tobew dia me qebûlkî
Tu efû bikî vî bendê xwe
Neqewtînî j'dergahê xwe
Ji bona xatirê hebîbûllah
Ji bo not û neh navê xwe
Bibexşîne me w mêrdînî
Çav bi hêsir û dil bibirînî
Ya REB birîna re dermanî
Xwedanê roja yewmidînî
Bi êş û jana ez pir diêşim
Min pişt date ne bêkesim
Bendê teme tu Rebbêmin
Her demê ji te pir ditirsim
Ez feqîrim ez belengazim
Ji te efwa xwe dixwazim
Ji derd û kula min xelaskî
Him xizan û him mulazim
S Mêrdînî, 12.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder