AXIR ZEMANE!
AXiR ZEMANE
Kul a dewrê giran e
Ji derdan re dikan e
Çilo çûn dostê sadiq
Zeman axir zeman e
Gerdûn de bûne xar e
Wê dem û gavê zor e
Dikit pir çavan kor e
Zeman axir zeman e
Neyar ket şiklê dostan
Bi dest zana û hostan
Ne xapin hûn bi pûştan
Zeman axir zeman e
Bi dev dost dil neyar e
Kirasê me gurkî har e
Jehr û dûpişk û mar e
Zeman axir zeman e
Dema ew bête ba me
Di dil de kêr û qam e
Bi dev jî ew xulam e
Zeman axir zeman e
Dilê wî tev de kîn e
Dema fûrset di bîn e
Ne wîjdan e ne dîn e
Zeman axir zeman e
S Mêrdînî 15.09.2019
Yorumlar
Yorum Gönder