WELATO 3
WELATO 3
Min bêrîya te kir,
tu ketye bîra min.
Navê teyî şêrîn,
hatîye bîra min.
Ez te ji bîr nakim,
ey welatê min.
Wekî ber bi êvarî,
ez pir westya me.
Wekî şevên windayî,
dil şikestî me.
ez deryaya tijî,
çav bi hêsirim.
Okyanûsa bê binî me.
Robarê min,
ji çav, kanîyan,
ziwa dibin.
ava min qedîya,
ez hîn jî evîn darim.
Dîsa jî aşiqê te me,
ey welatê min ...!
Seyda Mêrdînî
10.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder