GULA MIN 1-2

 (1)

Gula min,

tu wek stêrkek,

li ezmana,

ber çavê min,

winda bû,

min xwestî bêjim,

ji te hez dikim.

Gula min,

tu wek rêwîngek,

kar xezala bejî,

te dilê min

ji xwe re bir û çû,

ji min dûr ketîd îtina te

ma di dil da.


Gula min

çavê min ma li rê ve,

mam di nava

xem û kulê dîtina te,

Gula min ...!

Seyda Mêrdînî.

31.08.2021


(2)

Gula min,

her wekî tiştek,

ku ne bû be,

hebûna xwe,

ne revîn ji min,

destê min bigire bibe,

cîhê ku tu dûr di çî,

soz didim carekedin,

ez ê li rex te bim,

çimkî ez ya te me,


Gula min,

zagonên ku te,

qedexe kiri bûn,

ez ji wan dûr bûme,

an jî, were em vegerin,

Welatê xwe, her wekî

ku tiştek ne bû be,

ji bona ku em bi hevre,e

vînek hê nû ava bikin,

li warê xweyî,

zarok tîyê.

Gula min ...! 


Seyda Mêrdînî

20//07//2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ