MIN ZERÎYEK DÎT
MIN ZERÎYEK DÎT!
Min zerîyek dît, gelek
bedewe.
Wek gula zere, kevok
û kewe.
Bejina wê dirêj, wek spîn dare.
Rûyê wê bi kene, nûr jê di bare.
Zerîyek hêjaye, qîza kurda ye.
Ji dûr xuyaye, keça merda ye.
Çav rengê şîne, ava derya ye.
Bi hizn û sîma, wekî horya ye.
Bedewik weha, fenanî kewê.
Nayê ziman, bi xeyal û xewê.
Li derîyê meşkîna, min lê mêzekir.
Li bejin û balê, min tema şekir.
Wek ji xew rabim, min çava vekir.
Sewtek li serbû, wek şîr û şekir.
Gûlîyê porê wê, wek marê reşbû.
Bi meşa kûbarî, ew keça botîbû.
Bi bêhn girtinê, min ji bîr kirî.
Li hember zerîya, dest bi henekirî.
S Mêrdînî 17. 09.2019
Yorumlar
Yorum Gönder