EY DÎLBERÊ
EY DîLBERÊ
Bi êş û janim ey dîlberê
Pirsê te derbên xencerê
Te ez kuştim dil bi sote
Dil girtime ser bênderê
Evîna ber dilê min tuyî
Çav reş xezala min tuyî
Şevên tarî çav bê xewe
Xeyalê min herdem tuyî
Lêvên sorin bejin çinar
Sêv ji sînga têne xwar
Ji wan tên bîna indekê
Tebatê bi wan tînim yar
Xeyalande da min gulek
Dilê mi pê xweş bû gelek
Di vê çerxa zalim felek
Ez dûr ketim ji wê gelek
Dil û hinav li min dirand
Bi awiran wê min heland
Carekê li halê min binêr
Lewenda fîstanê bi peng
S mêrdînî 05.03.2020
Yorumlar
Yorum Gönder