ŞENGAL ...! Şengal li min kêf û şahî, geşt û seyran, eşq û evîn, ji bo min nîne, ji ber wê yekê ez dinal im, lêborîna xwe, ji te dizwazim. Çavên te, bi firmêsk, laşê te bi jan û bi êş, dilê te bi birîn, bi derd û kul û xeme, lo xayîno! baş binêre. Şengal li bin taht, lat û zinaran, ser erda sar û sincirandî li ber germa havînê, li çol û çolistana, tune dar û sîberik, ne kozk û çeperek ne kunek ne şikeftek. Şengal di bin holik û konan de li bende warên rondikên windayîne, dayik, keç û bûkên dest hine kirî, qêrîn di qirika gewrîya wan de rawestîye xeniqîne. Şengal gul sor û gul perîyên dil kel, girîne bê hêvîne, bav û kalên bê guneh dil şikestî neçar zindîyên mirînê. ew jî ezim, bihuşta cîhanê, kurdîstane. Şengal ji bona welatê ne azad pêwîste, hemû xayîn û hov ji hev ra lêborinê bixwazin û pêwîste çekin yek civînek û yek civîn ê....! S.Mêrdînî. 04.10.17
HOZAN DILGEŞ
HOZAN DILGEŞ .... Dilgeş te dej ji me berda Hiştin d'nav kul û derda Cerg û dil sotin bi serda Axîn û keser ma di dilda Te da ser rêya bê veger Kal û bapîr ê me da ser Dilê kurda bi ax û ked Tev bi êş û kerb û keser Jibo welat bûyî serxweş Herdem te xwe dida pêş Wek lehenga dikir şoreş B'tenbûr û b'dengê xweş Hozan dilgeş zerdeştî bû Nisêbîn ji gundê fiskîn bû Malbatek kurd ê êzîdî bû Ji bona welat can gorî bû Ligel netew hozan dilgeş Dengê xweş û rûyê bîgeş Ew strana teyî li bagokê Gelek bi me di hatî xweş Tim dibêjim hozan dilgeş Mêrxasbû di wan rojê reş Hezar rehmet l'gora te bî Bibîr tînin ew dengê xweş S, Mêrdînî 01//04//2017
Yorumlar
Yorum Gönder