KEJÊ
KEJÊ
Kejê zerîyek hêja ye
Porê xwe girêda ye
Kejê keça kurda ye
Ji dûrî ve xuya ye
Ezê wê bi helwestan
Pênûsa zêr bidestan
Jê re lêkim helbestan
Dê fêr bibe bêwestan
Awirek da min kejê
Bê wijdanê mêr kujê
Peyv û nutqan dibêjê
Dil û cergê mi disojê
Kejê wek berfa çiya
Kewok kurka li gelîya
Li ser zinara kedîya
Dil diyarî bi xwezîya
S Mêrdînî 02.09.21
Yorumlar
Yorum Gönder