XWELÎ LI SERO
XWELÎ LI SERO
Ez wekî ar û pêt,
çima qet natemirim,
tu nizanî ez ê kengê,
wek agirpîjek bi te biteqim,
û tarûmar bikim.
Ez wekî şêr û pilinga,
ji we qet ez natirsim,
hov û neyarê xwîn mij,
binêr ez a li virim,
tu nizanî ez ê kangê,
bi te dirrim û bi te girim.
Ez şeva rêş û tarî,
wekî reşkê şevê me,
ewr û mij û dûman im,
tu nizanî ez ê kengê,
bibim kelemê ber çavê te.
Ez şev û ro ya bi geş im,
ba û berf û baranim,
laser û lehî bixwe me,
tu nizanî ez ê kengî.
te jî bi xwe re bibim.
Ez gol û deryaya kûrim,
hûtê deryaya Wan im,
jahra marê, kore marim,
tu nizanî ez ê kengê,
bi te vedim û dirrim.
Lo sîxorê hestî koj,
hûn hatin şar û gunda,
li cî û warê niştîman,
her wekî seyê har û dîn,
ez gelekî fikirîm,
ji xwe û derdora xwe gotim.
Evin seyê li ser sergo ya,
hestî koj ê birçîne,
dev bi xwîn û ligel neyarin,
ne şerm û ne fedîye,
li derdor lûs û pînan,
dikin talan û wêran,
xwelî li sero lo dizo,
dizekê mirîşk û elokan.!
Seyda Mêrdînî 01.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder