Kayıtlar

Ekim, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

DEMDAL HATÎ YE.!

Resim
DEMSAL HATÎ YE. Demsal hatî ye bihare Hov û neyar tim şiyare Şeva bist û yekê adare Roj geşe, jibo geştyare Ez gelekî westiya bûm  Palda me ne raza bûm Xeyalek nexweşde bûm Gelekî pêre xemgîn bûm Xeyal kûrr tevlî hev bû Dil û hinav bi keser bû Ez gelekî şerpeze bûm Çi xeyalek nexweş bû Gundî tev di xew de bû Gerdûnek reş û tarî bû Deng ji balefiran di hat L' ser serê Kurdîstan bû S Mêrdînî 20.03.2019

KURDIM..!

Resim
KURDIM !... Ez kî me ha ez kî me. Kurdim kurdistanî me. Divêt dewlet ava kim. Bi deng û ez bi navkim. Xwe bi gorî û fedakim. Ez Ala rengîn li bakim. Ez zanim bar girane. Çi bikim gel nezane. Ezim li qad û meydan. Rêberê egît û merdan. Egîtek wek min nîne. Wekî min kes nedîne. Wek piling û wek şêrim. Li hemberî sed mêrim. Gava ez şûr dikşînim. Ser ê dijmin difirînim. Bû hewt hewta sîxoran. Bûye şinge şinga şûran. Çek û qirme li meydanê. Dibarê wek tavê baranê. Ez kurdistan felat kim. Ji gelê xwe re xelat kim. Bi destûra Xweda be. Dê welatê min ava be. Her wekî hemû milet. Ez bibim xwedî dewlet. Ez biçim koma miletan. Li gel hemû dewletan. Ez bibim xwedîyê morê. Li hemberî zulm û zorê. Da ez nebim belengaz. Ne pepûk û ne jî baz. Ez kurdîstanê bi bûkkim. Kurd li welat bi zavakim. S Mêrdînî 22.09.2021
DÎLBERA MIN. Ez ji te pir hez dikim, tu dest û lingê minî, tu roniya çavê minî, tu jîn û jîyana minî, ez ji te hez dikim dîlbera min, ez mîna ku yekî tî be, bi hisreta avê ye. Ez nikarim bêyî te bijîm, tu ruh û canê minî. Ez gula te me, tu bilbiilê minî, ez roja te me, tu jî ew roja min geş dikî, ez derya me, tu jî rengê şînî, ez keştîya te me, tu jî ajokerî, li min digirî. Ez nikarim bêyî te bijîm, tu ruh û canê minî. Evîna me di dilê me de, pir mezin e, bila ev evîna me ya bedew, bi dawî nebe, û dijminên eşq û evînê, nekevin, navbera me ji dil ji min hez bike. Ez nikarim bêyî te bijîm, tu ruh û canê minî. Min li rûyê te, li çavên te nenêrî, min ji bo te dilê xwe dirandî, xwîna min pijand û kelandî, ger tu bixwazî ​​ez serê xwe ne êşînim, bi şev û bi roj, dilê min ji bo te lê dixê, dîlbera min. Ez nikarim bêyî te bijîm, tu ruh û canê minî. S Mêrdînî16.10.2021
WELATO.! Ger dilê min, bask û milê min têk ve biçin guhdar nakim ne baran, ne zîpik, ne berf, ne seqem, ne serma û ne germa bi çavên girtî ez ê bimeş im li ser rêka kevne şopên demekî dûr û dûr ...! Ez ê xwe li bêhna xwezaya Welat bigirim û wek bêhna kulîlkan, rihan, berfîn, sinbil, nêrgiz, stêrgul, sosin, binefş, şekrok, beybûn, berfîn, çatir, kasnî, kaktûs, perperok, sefran, yasemîn, xemlîn, şîlan adarok, gulberroj, lale, nefel, nîlûfer, helz, hêro, gulçîçek, dawudî, gulgenim, sorgul, zembeq û indekoya xwezayê şimamokên bîstan û gulên nava werzê rezên tirî qet nayê ji bîr kirin ger û geşta daristana deşt û zozan û çiya, robar û sûlav û kanîya xûşe xûşa çem û dehlan li warê bav û kalan! ger rê li min bê guhertin jî, tu nav nîşana minî a herî bi dawî ye hey lo welatoooo! S mêrdînî 27.10.2021

NE MEŞ TU CAR.!

Resim
NE MEŞ TU CAR! Ne meş tucar l'pey ehmeqê bê hiş Ger bi mal be dewlemend û xuya be Di rewşa mal çiqas pêş de biçe ew Ji wî hêvîya qenc û rindî çê nabe Ji yê zanyar re divêt eql û hişyarî Çira bê don şevên tarî geş nabe Veke çava biner delalê mi hevalno Me çe tu car li pey tiştê ku tewş be Heçê tiştên ku temen kin û giran be Îro şêrîn be jî sibehê wê pir tahl be S Mêrdînî 27/10/2021
Delalo ...! Dema ku min serê xwe danî bû ser çokên te. Te bi narînî kezîyê porê mi dikirgûlî. Min hîskir hemû gerdûn disekine. Pirs girêkên min yekser winda dibin. Bêhna te hêz û qawetê dide min  Giyanê li min kêf û şad dike. Her dem hêzê dide min delalo ...! S Mêrdînî 11.10.2021

LIVÎNA JI LÊVAN.

Resim
LIVÎNA JI LÊVAN.! Livîna ji lêvan ez kuştim Awirên çava ez biraştim  Tu gulî li ser ez veniştim Di fikr û ramanên teda Difirim wek teyrê bazim Her gav li dû te dibazim Şev û rojan ez ne razim Di xewn û xeyalên teda Dê rojê bê dilê min şabe Derd û kul ji dil xelasbe Şahî li emrê min siwarbe Di bihuşta wê bejna teda S Mêrdînî 12.10.2021

XWEZÎ BI KURDÎ.

Resim
XWEZÎ BI KURDÎ.! Dê bêjin xwezî b'kurdî,   li kom û civatan fedî. Dema we jî bixwenda,  me bidîta ji we merdî. Nexwendî bi kurdî bira,  dil da bûn zarê gura. Ger we bi kurdî lêkira,  dê bibana find û çira. We zimanê kurd jêkirî, ziman xist devê gurî. Ma xayîntî çiye weylo,  kero ma tu lê nafikirî. Kujer kir netewa xwe,  şer kir li hemberî xwe. Ax û xwelî, arî û pisî, we avêt ser serê xwe. Pênûsa we wekî şûr, şûrekî hibir bi xwîn. Li dijî zimanê kurdî,  milda hovên gur hebîn. Ne pêwîste pir bêjim, em nabin dost û bira. Li hember netewa kurd,  hûn bûn hevalên gura. S Mêrdînî 13.10.2021
Lİ MÊRDÎN.. Li mêrdîn, li warê minî kevnar, sibehek bê deng ji xew rabûm min xewnek, xeyalek, axînek û sîberek ji dara mazî hiştim li derîyê meşkîna di nav hilm û bêhna bajêr de, xewna min di xew de ma xeyalê min li derîyê meşkîna ma axîna min li ber perê ezmana rûniştî ma sîberka mina ji dara mazî bi şilf û berên bajarê kevnar ve girêdayî ma, tev li bendî minin ku dê ez li wan sîberkan  vegerim û vegerim ...! S,M.16.12.2019
DEMSALA BIHARÊ Her ku demsala biharê de dar û kulîlkên cur bi cur têne, gul û beybûn, rihan û nêrgiz bêhna xweş dide xwezaya pîroz û xwe dixemlînin. Payîzê kirasên xwe li bejna demsala biharê dikir bi qehr û bi kîn, pel bi pel diweşand, lê bihar bi xemgînî û bi neçarî temaşe dikir, qet xwe ne lerizand. Di elenda (şeveqa) sibehê rojek xweş û geş li ezmana keskesorek reng bi reng tijî bû mizgîniya vejînek nû dida, lê belê ewrek tarî rik rikê li ezmana me xwe xûya kir şev hat ji derd û kul an ji jan û êşan her bûye para me, bi ronahîya heyvê me xwe hîn dikir, lê ez nizan im çima î şev heyvê jî xwe veşart û çirûskên stêrkan xwe tev tefandin li me bû şevek tarî.! S Mêrdînî 15.08.2020

HÊLEK JI HÊLÊN!

Resim
HÊLEK JI HÊLÊN! Hêlek ji hêlên,           cîhê me kurdan. Şahîyek ne dîtî,           ji êş û derdan. Çolek bi kemîn,           top ser dibarî. Zinar û kevir,           tev di bûn arî. Top û hewana,           gumîn û zimîn. Jehra mirinê,           gaz li erdê rijîn. Derbên balefiran,           dikin qîj û fizînî. Seh nakin tu kes,           dengê qîr û girînî. Şev bûye tarî, sterk,           ji jor hatin xwar. Rê li me girtin,           neyarê xwîn xwar. Heçê nexweşxane,           tev tijî birîndar, Dengê dayikan tê,           bi qîr û bi hewar. S Mêrdînî 14.10.2021
Şevê din ku min xwe, li sînga te girt, helbesta xwe nivîsand, Welato .! Min cixarek xwe, ji tûtina xursê, ya herî hişk dikşînim, hilm bi hilm, ji min re tê gotin ku ez xwe bişewitînim, an jî pêlên xwe germ bikim, bi hisreta bêhna Welat. Helbest û çîrokên, ji awiran, li ser şaneşîna, daliqandî ye! Dilê te digirî ya, hemû xwestekên min, diparastin. Di elenda ber banga, sibehê ji bêdengiya me ra bûn. Ew dilê, bi girî û şikestî ku ez, xwediyê wî me. Ez evînê di nav destên te de, didim hev. Min dîwarên pola, ava kirin, bêhna te ji şev, sibehên wê hîşyar dibin, niha her hilmek, bêhnek, hisretek, evînek Welate. Hisreta min, li ser sînga te, ku ez himbêz kirim, û bêdeng mam .... S M 08.10.2021

YA REB TIRSA ME EW E.

Resim
YA REB TIRSA ME EW E. Kurd netewek feqîre,  Xwedayê min dizanî. Bin destê dagirkeran, winda bûne bi erzanî. Bê dewlet û bê sînor, bi zanistî neçûn pêş. Malik li me bû wêran, bû derd, bû aza û êş. Nebûne yek bûne hûr, birînê me bûne kûr. Em ji azadiyê birin dûr, kujer kirin em bi şûr. Sê netewên misilman,  şûr û mertal anîn kar. Kujer û bi darda kirin, em li hevdû kirin par. Ramanên me li axretê, ya Xwedayê îns û cîn. Ewan zalimên li cîhanê, li wir jî bin bi kerb û kîn. Ya Reb tirsa me ewe,  zalim li wir jî hebin. Li wir bibin dergevan, belaya serê me bin. Hêvi ya me ji yezdan, Rehmê bikî li kurdan. Li feqîr û jar û xizana, Bar li wan nekî giran. Ya Xweda yê dilovan, Çavê te li me heyran. Hiş û mejî yê me jîrke, Xwedîyê erd û ezman.  25.10.2020

DARÊ ŞIKESTÎ.

Resim
DARÊ ŞIKESTÎ. Ez bûme darê şikestî Bê mecal û helwestî Nav dost û yara qelsî Ez b'kovan û b'xemgîn Ez seydayê mêrdînim Ger yara xwe bibînim Dil û hinav bi xwînim Ez talîyê herim nisêbîn Felekê bi me ne kenê Bila dil qamişlo bibînê Dûv re herim mêrdînê Ji nûv derman kim birîn S Mêrdînî 15.10.2021
DÎLBER Ê .! Şewqa tîrêja çavên te mêr kujin, ger ku tîrêjên çavên te dê min bikuje, ê de ka bisekine ez ji te re bêjim Dîlbera min. Gelo ma mirî çend çaran li gerdûnê dimirin, ger ku tê bêjî ez dikarim, mirîyan ji goran bi ramûsanekî jîyan bikim, û an jî bi awirekî bin ax bikim. Ezê wê gavê bêjim, min bikuje, û min bikuje û ji ramûsanên te têr bibim ma çi ji mirina ji destê te, xweştir heye. Mirovên bi awirên çavên te bê kuştin û bi ramusanên te bê jîyandin ew kes mirovek bextewar û dilşad dibe. Gerdûn û bihuşt her du bi dest xistî ye gelo ma çi ji wê mirinê û wê jîyanê xweştir heye ..... S Mêrdînî 18.10.2021

MEYA EŞQÊ.

Resim
MEYA EŞQÊ! Meya eşqê b'noş vexwar Ji eşqa xwe nayême xwar Ez ê zivistan, bikim bihar Dûr bixim ba û berfa sar Bi ruh û can û dest û pê Ger dil bo dile ew dê bê Bar pir giran, lê her divê Bihar jî neçare, waye tê Ez dizan im gul bi stirî Dil bibe wek ew liba tirî Dil bi eşqa, xwelî û herrî Ji bo gula xwe her derî Wek bilbila her dixwînim Keskesorê ji dûr dibînim Serî ser gula xwe datînim Gulistana xwe d'hebînim S Mêrdînî 16.10.2021

DEM Û ÇAX.

Resim
DEM Û ÇAX.! Ger dev û dil ne yek be Zanyar  û  zanîst  nebe Li hemberî wek te nebe Dê rewş tim şerpeze be Bi dev wek dost û bira Lê di dil her wekî gura Em nezanin, û mal xira Lewma mame bê çira Em ne,azad û bêdewlet Bûn bêqîmet û bêrûmet Kurd bûn çar parçe û let Loma em nebûn dewlet Ew me dixwin şev û roj Dinya l'me kirin wek doj Laş şewitand maye koj Dil û hinav li me disoj Dem û çax bûne derbas Zulma liser me bê qîyas Kurd bi azadî nebûn nas Em tim li binê şûr û das. S Mêrdînî 17.10.2021

HÊVÎYA ME.

Resim
HÊVÎYA ME ..!. Ger tîra eşqê kete dil, kes nikare jê bireve. Dibe wek mem û zîn, ligel eşq û evîn teve Wekî Xanî w Cizîrî, li gel batê w teyran. Dilê ligel evîn û vînê, gazin jê neke qûrban. Bi zarîn û bi hewar, tu wekî bilbilê şadî. Li ser evîndara lêke, ta tu bighêjî miradî. Bilbilê bi kêf û şadî, deng û awazê xweş. Tu dil pak û dil zelalî, bi rûyekî sîma û geş. Ev çend hezar sal in, Bextê me kurda reşe. Hêvîya me ma xweda, daxwaza me bi meşe. S Mêrdînî 07.10.2021

XALÊ SEÎD!

Resim
انا لله وانا اليه راجعون  27.08.2021 XALÊ SEÎD Ji xalê Se'îd meke pirsî Ji Amedê ta erş û kursî Ji xwe ez dinav wê tirsî Ya Reb lê bike rehmetê Pirsa bin wê qebra tarî Ew nezanên xwelî serî Ji ber wê derd û kederî Ya Reb lê bike rehmetê Gora tarî ji wî re mekan Neçar li wê di bin sekan Mûnkîr, nekîr û melekan Ya Reb lê bike rehmetê Emel bo mirova hevale Mirov çi bike ew li bale Fikar ji bo wê erx û çale Ya Reb lê bike rehmetê Li qîyamet ê li ser pir ê Dema çav da wî agir ê Bê fêde çare w bergerê Ya Reb lê bike rehmetê Ew nexweşî te ji ku anî Kê dabû te kes nizanî Xeftek hedar ji mer anî Ya Reb lê bike rehmetê Tu çû xatir ji me xwestî Ji ber vê êşê neda destî Kê ew didît wî dixwestî Ya Reb lê bike rehmetê Emê çawa te ji bîr bikin Zarên biçûk ji şîr vekin Pir gazind û qîr qîr dikin Ya Reb lê bike rehmetê Emê kengî te ji dil derxin Dil tije sarinc û bîr û erxin Emê çawa hevdu liberxin Ya Reb lê bike rehmetê Xweda rehma xwe lêbikî Gora wî ji mermer çêbikî Wek daxwaza wî pêbikî Ya Reb l

NABÊJİM EV JÎNE

Resim
NABÊJİM EV JÎNE ! Kêf û şahî kes neda min Jînek bê ken bû para min Parçe parçe ye warê min Ya Rebb nabêjim ev jîne. B'hezaran derbabûn sal Nexweşî û hergavê tahl Daye kurd û seydayê kal YA Rebb nabêjim ev jîne. Ez însanim ka warê min Kanî zar û ka zimanê min Dijmin qedexe kirye limin YA Rebb nabêjim ev jîne. Ka ji nû ve, min bîne jînê Em azad bikin warê evînê Ez bi rûmet bim li cîhanê Ya Rebb nûve min bîn jînê. S Mêrdînî 12.10.2021

YA XWEDAYÊ ÎNS Û CIN.

Resim
YA XWEDAYÊ ÎNS Û CIN Ez evîndarê welatim,  gorî me bi can û dil. Welatên bav û kalan, biparêzin mil bi mil. Hin bi mal û canê xwe, ji bo welat kirin feda. Dê kurdistan azadkin,  bi hêz, qûweta Xweda. Kurdistan bexên gulan,  gul vebûne renga reng. Xort û ciwanên welat,  li dinyayê dane deng. Ez seyda amade me, ey Xwedayê şev û roj. Bendê te me ya Rebbî, min dil bi agir disoj. Bibin dewletek azad,  da zarok neyê kuştin. Neyên asîmle kirin,  hişê wan ne ên şûştin. Ya Xwedayê îns û cîn,  hemû bendê bin destan. Me û wan tev biparêzî,  ji ceng û ji zulmetan. S Mêrdînî 09.10.2021

REWŞA DİLÊ MİN

Resim
REWŞA DILÊ MIN. Rewşa dilê min hildikele Xunava evîn ê diweşîne Dilê bisotî banga bilbile Tim bê aza, bi êş û şîne Bêhna misk, rîhan û gule Tev tîrêja ji min re dişîne Dêm bihuşte, bi ebrû zile Germa tirêjê min dihejîne Ew firêşte ya li ser mile Pirs û kêşana vedirşîne Can û ruh ê min hile hile Peyv şekire li netew şîne S Mêrdînî 06.10.2021
MIN BIHÎST ..!. Min bihîst ku te rewşa min pirsî ye, ez çawa me, xem meke, ez baş im, ez baş im ...! Ez mîna ku te, dev ji min berda û çûyî, ez sax im, ji miriyan ne cudatir, ez mîna pêlîstokek, zaroka me, ez hinekî bi xemgîn im, hinekî bi xemgîn im, ez di nîveka çolê de me,  xem meke, ez baş im ez baş im ...! Ez tenê derbas dibim, alîyek min kor e, alîyek min kulek e, min destên xwe, ji karê xwe kişand, ez hewl didim, ku jiyana xwe, ji paşerojê dûr bikim, ji bîranînan, ji xewnan, ji xeyalan, ji hêvîyan, ji xwestekan, ji daxwazîyan, ji her tiştî, bi rastî, haya min, ji jînê jî tune, xem meke, ez baş im, baş im ...! Ez mîna keştiyek, di benderê de me, li ber bahozê, serî netewand, mîna ku min hişê xwe, winda kiribe, ji xwe re, digirîm û diken im, her wekî dîna, ez mîna kevokek, ku her du baskên wê, şikestî ye, ji cîhek bilind, dikeve valahiyê, xem meke, ez baş im, ez baş im ...! Ez mîna kunda, şevek bê star, di şevek tarî de me, cihê ku roj lê ye, ez mîna find û çira me, ez wek xwelî ya
HECÎ LOQMAN Bi xayîntî ketim kemînê. Eniya min li hember gûlle û derbên faşîstan spî bû. Wan laşê min li pey trimbêlê (seyarê) kişandin da ku ew bêtir êş bike. Kaş dikin ber bi Cizîra botan ve diherikî, xwîna min wê şevê dadikeve. Find û çira di bêdengiya bajarê Cizîrê de vemirî. Di wê şeva xayîn de, dijmin bê dilovanî kenê min teqand. Dayê, min wê şevê xwîn li rûyê qirêj yê sê dar ê vereşand. Evîna kurdistan dilê min diêşand. Di kêliyek stemkaran de, derb û gûlleyên kor ketin laşê min. Dilopên xwîna min wê şevê herikîn wek çemê dîjle û firatê. Cizîra botan wê şevê di bêdengiya bajêr de digiriya. Mirov ji nişka ve li ser laşê min ê nazik geş bûn. Ruhê min ber bi textê xwe ve bilind dibû. Wan derb û gûlleyên xwe yên kor li bedena min a nazik diqulipandin. Mirovahî şerm û fedî kir dema ku wan nekarî tiştek bikin. Li kûçe û kolanên, teng yên bajarê Cizîrê wê şevê bêhna xwînê dihat, bêhna xwînê dihat .... S Mêrdînî 15.09.2018
ÊDî NEMA? Êdî nema bêhna çol û çolistan, gelî û çiyan li gewdê min tê, li warê min, yê dagirkirî, di elenda sibehan de dema ku ez ji xew şiyar di bûm li ser banî di evzêla xwe de pêlên kewzan û helalkan li ber bayê derbas dibûn, bêhna merxan bilind difûrî, li ser gewdê min şitlên darê behîvan û mêwên tirî şîn didan, kanîya bîrika mûsa dinav hinavê min re derbas dibû, gava ku min berê xwe dida çiyayê qûla xizana ji dûr ve silav dida min. Niha jî ew hemû xewn bûne xeyal, û ez li ser bêhna axek gemar şiyar dibim, çolistanek bê dawî tije sîx û kelem û dirî, cîhek derewîn li vê cîhê gemar, min baş cuda hîya çiya û çolistanan naskir.! S mêrdînî, 03.10.19

DIL BI KOVAN Û BI NALÎNE

Resim
DIL BI KOVAN Û  BI NALÎNE Dil bi kovan û bi nalîne Bi êş û jan, dil bi birîne Li hêviya yara xwe me Sebr û taqeta min nîne Bi hisreta dîtina te me Ez timî li benda te me Hêsirê çavan diherikin Wek çem,wek kanî me Li cîhanê gelekî bi navî Di dest dijmin tu bê avî Binêre tu li rewşa min Tu wek cîhekî bê diravî Min tune ye dê û bave Hov qetandî min zirave Roj bi roj xwe berda ye Dil û ceger ligel hinave Min ji te gelekî hezkirî Her dem û li her derî Ez kuşt û ez helandim Weke berfa li ber derî Bi serde ev qorona hat Derdê me kirye wek lat Di mal de mane bêçare Çavê li rêya te ye welat Em bi vê êşa xemgînin Li hêviya Rebbê jorînin Ger bersiva te mi neda  Welato li min biborînin S Mêrdînî 31.09.2021

EZ Ê HERIM

Resim
EZ Ê HERIM. Di rêya te minda ciwanî Te kêf neda xweşî neanî Şah lewendî ya te kanî Ez ê herim bi xatir ê te.... Tu ne aza û ne serbestî Min rêya xwe ne guhertî Wanî bi qelsî wanî mestî Ez ê herim bi xatir ê te.... Min,te têr nedî gula baxan Deşt,çiyan, mêrg û zozan Ez bi ferman tuyî bi talan Ez ê herim bi xatir ê te.... S Mêrdînî 06.10.2021

GER NE AZAD BÎ

Resim
GER NE AZAD BÎ. Ger ne azad bî bixwînî, tu ne melayê rasteqînî. Tu ola paqij dihermînî, ji bo zulm ê bi kartînî. Gotinên Xweda nabêjî, tu vir û direwa dirrêjî. Bi stemkarî me dikujî, tu bi dirava hejar kujî. We ol daye bi cîhanê,  ne melayê heqîqetê. Li şûn galgal û weaza, we dest daye zulmetê. Tu bûye li gel zalima,  li dijberî mazlumetê. Sonda bi navê Xweda,  wekî te naçin bihuştê. Ew selaya tu dixwînî,  pir dûr e ji heqîqetê. Ew ne ayetê Xwedaye, ew jî bi emrê dewletê. Dûrî netewek mezlumî,  tu melayê xwedî şaşî. Sê gurê har me dikujin, tu jî qertelê li ser laşî. S Mêrdînî 02.10.2021

AX Û WAX

Resim
AX Û WAX ! Ax û wax ji ber neyare Ji welat re dost û yare Gelê kurd re bû xedare Weke hirç û gurê hare Xwîna me kurda vexware Goştê me jî bi ser xware Xayîn û sîxor û gemara Qet bi wan nebûn şîyare Neyar talan zêr û tişte Sê netew bi hevre pişte Rom û ereb, tev tûran e Xwîna me kurda dimêşte Cîhan tev temaşe kire Derd û kul li me zê kire Bi dest kesên stemkare Malik li kurda xera kire Agir û pêt ketî dilê min Kuştin heye li warê min Bo egît û bo pêşmerga Hêsir dibare ji çavê min Li ber berf û bagerane Hin li zîndan bin destane Heçê kesên li gel neyare Rojekê wê bibin qûrbane S Mêrdînî 01.10.2020

GAZIN A ZIMWN.

Resim
GAZIN A ZIMAN Li eywana b'rûmet bûm  Li bajara bê qîmet bûm We min ji nav xwe rakir Xan û eywan tev xirakir Ji dîwan ê ez bê parim Ji ber wê ye ez hejarim J'xwendinê ez dûr kirim Loma stûxwar hîn jarim Welatê min wêran kirin Talan kirin giran barim We biyanî li min kir şûr Ji min gelekî bûnê dûr We l'minda kêr û xincer Ne bi ceng û ne jî bi şer Birîna min pirr kevnare Ji dest sîxor û gemare Çiqas diçe ew dibe kûr We qet kirî ez kirim hûr Şev û rojan ez dihelim Dilê xwe de ez dikenim We bê derb, ez kuştime Ez bê xwedî we hiştime Bûme wek kesê hejare Mixabin sed hezar care Nevî yên Xanî û Teyranî Gotin, peyvên we biyanî S Mêrdînî 04.10.2021

WELATO 6

Resim
WELATO (6) Ka zozan û çiya yên te Ka wargeh ka cîhên te Tev kavil bûn warên te Welato girane bar ê te. Ka dar û daristanên te Ka zevî û ew mêrgên te Tev şewitand neyarê te Welato girane bar ê te. Ka havîn û ka ew bihar Ka zivistan û rojên sar Neyar li te bûne dijwar Welato girane bar ê te. Neyar hirç û gurên hare Te dinêr bi çavê xedare Her wekî dûpişk û mare Welato girane bar ê te. Ev çi neyarê bê biryare Ji bo te dike zare zare Em belav kirin li bajare Welato girane ber ê te. Sal nehsed û notû çare Agir li ser te pir dibare Gundî gelek birîn dare Welato girane bar ê te. Emman bin destê neyar Dil û hinav tev birîndar Ligel dijmina sîxor şîyar Welato girane bar ê te. Gundî man li çol û beyar Zêç, zarok bi qîr û hewar Hawirdor xayîn û gemar Welato girane bar ê te. Em bê deng qet nikarin Bi derd û kul û bi hejarin Tev hişk bûne li nezarin Welato girane bar ê te. S Mêrdînî 22.09.2021

BILBILO

BILBILO Te mala xwe, li ser kîjan şaxê gulan ava kir? Eşkere ye ku tu bilbilê, parêzgeha Welatî. -Ma hûn doza xwe ji bo gulê radigirin? ma kes heye ku tengahiyê, dide bilbil, ma di şevên tenêtîyê de ronahiya we heye. -Kulîlkek we heye ku hûn serê xwe lê bixin? -Tu evîndarî, ji min re bêje, bilbilo ma hezkiriyek te heye? -Ma lehî rabû? kulîlk û nêrgizên we, xerab şewitî? -Binefşê xew kir, rabû şiyar bû. -Bilbil bi laleyê radizê, bilbilo ma tu dikarî ji min re bêjî, çi derdê te heye? -Tu çi distirê? ji min re bêje bilbilo, pêşiya te çi ye? Talîya te çi ye? -Ma bilbil heye ku were ji te bipirse? ji kerema xwe, wê meke, ji bo gula te paşketine bilbilo. Ev welatê zalim dê pêşiya me bigire, bila seyda bi te re nemîne hisret, kî ye derdê te, dikire û kî ye derdê te difroşe? Bilbilo .... S Mêrdînî 29.09.2021

SÛC,GUNEHÊ MIN

Resim
SÛC,GUNEHÊ MiN Suc,gunehê min biqasî ava çeman e  Stû xwar bûm ez li huzûra xwedan e Ji şerma re çawa dê herim pêş wazî  Çi bêjim dê çi kim sed carî eman e Hêjano çareserî li vî hejarî bikin  Ser milê min barek bê hed giran e Her ro, rojek ji temenê min diçe  Ditirsim ez bimirim bê tobe mane Poşman im ez ji wî emrê ku borî  Nizanim dê çi kim çend roj me mane YA Rebb ji bo xatirê qenc û seîdan Li paş mirinê min dûr nekî ji dilovan e S Mêrdînî 30.09.2021

ZERÎYA BEDEW

Resim
ZERÎYA BEDEW Zerîya bedew xortê ciwan Awir da hev dil bû rewan Davên berhev wekî kewan Ji wan revî xewnê şewan Ji wê eşqê erd bû herrî Çiya bûne deşt û berrî Lawik ber zerîyê digerî Talîyê anî li ser xeberî Pir nazdare keçika hindî Nav û dengê wê bi rindî Zerîya bidil xwe da bendî Lava dike lawikê gundî Li hev hatin bisoz û bextî Hevdu nadin bitac û textî Pîroz be her gav û wextî Ne qelendan ne jî nextî S Mêrdînî 02.10.2021

WELATO 5

Resim
WELATO(5) Welato bi kene bila tu kes, bi êşa te nehes e. Welato ez dizanim derd û kulê, xelkê yek e, ê min û te hezar e. Welato li warê te lat û zinar û kevir, jî wekî dilan diaxiv e. Welato ma dil dikare çend caran bişikê? biqasî şikestinên dilê te. Welato derî yên dilê min bi nerînên, dilê te vedib e. S, Mêrdînî 02.10.2021

WELATO 4

WELATO 4 Ez wek êvara pir westiyayî, wekî şevên reş û tarî çirandî, bigir destê min, ku ez derya çavên bi rondikim, ez okyanûsim, ez agirpijim, ez natebitim, bigir destê min, ku çem û kanîyên min, robarê û herikên min, ji çav kanîyan hişk bûye, ava min xelas dibe, ez hîn jî aşiq û hez kirinê te me, ez her dem, her gav, dil ketiyê te me Welato .... S Mêrdînî 29.09.21