LIVÎNA JI LÊVAN.
LIVÎNA JI LÊVAN.!
Livîna ji lêvan ez kuştim
Awirên çava ez biraştim
Tu gulî li ser ez veniştim
Di fikr û ramanên teda
Difirim wek teyrê bazim
Her gav li dû te dibazim
Şev û rojan ez ne razim
Di xewn û xeyalên teda
Dê rojê bê dilê min şabe
Derd û kul ji dil xelasbe
Şahî li emrê min siwarbe
Di bihuşta wê bejna teda
S Mêrdînî 12.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder