SÛC,GUNEHÊ MIN
SÛC,GUNEHÊ MiN
Suc,gunehê min biqasî ava çeman e
Stû xwar bûm ez li huzûra xwedan e
Ji şerma re çawa dê herim pêş wazî
Çi bêjim dê çi kim sed carî eman e
Hêjano çareserî li vî hejarî bikin
Ser milê min barek bê hed giran e
Her ro, rojek ji temenê min diçe
Ditirsim ez bimirim bê tobe mane
Poşman im ez ji wî emrê ku borî
Nizanim dê çi kim çend roj me mane
YA Rebb ji bo xatirê qenc û seîdan
Li paş mirinê min dûr nekî ji dilovan e
S Mêrdînî 30.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder