KURDIM..!



KURDIM !...


Ez kî me ha ez kî me.

Kurdim kurdistanî me.


Divêt dewlet ava kim.

Bi deng û ez bi navkim.


Xwe bi gorî û fedakim.

Ez Ala rengîn li bakim.


Ez zanim bar girane.

Çi bikim gel nezane.


Ezim li qad û meydan.

Rêberê egît û merdan.


Egîtek wek min nîne.

Wekî min kes nedîne.


Wek piling û wek şêrim.

Li hemberî sed mêrim.


Gava ez şûr dikşînim.

Ser ê dijmin difirînim.


Bû hewt hewta sîxoran.

Bûye şinge şinga şûran.


Çek û qirme li meydanê.

Dibarê wek tavê baranê.


Ez kurdistan felat kim.

Ji gelê xwe re xelat kim.


Bi destûra Xweda be.

Dê welatê min ava be.


Her wekî hemû milet.

Ez bibim xwedî dewlet.


Ez biçim koma miletan.

Li gel hemû dewletan.


Ez bibim xwedîyê morê.

Li hemberî zulm û zorê.


Da ez nebim belengaz.

Ne pepûk û ne jî baz.


Ez kurdîstanê bi bûkkim.

Kurd li welat bi zavakim.


S Mêrdînî 22.09.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL