REWŞA DİLÊ MİN
REWŞA DILÊ MIN.
Rewşa dilê min hildikele
Xunava evîn ê diweşîne
Dilê bisotî banga bilbile
Tim bê aza, bi êş û şîne
Bêhna misk, rîhan û gule
Tev tîrêja ji min re dişîne
Dêm bihuşte, bi ebrû zile
Germa tirêjê min dihejîne
Ew firêşte ya li ser mile
Pirs û kêşana vedirşîne
Can û ruh ê min hile hile
Peyv şekire li netew şîne
S Mêrdînî 06.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder