YA REB TIRSA ME EW E.
YA REB
TIRSA ME EW E.
Kurd netewek feqîre,
Xwedayê min dizanî.
Bin destê dagirkeran,
winda bûne bi erzanî.
Bê dewlet û bê sînor,
bi zanistî neçûn pêş.
Malik li me bû wêran,
bû derd, bû aza û êş.
Nebûne yek bûne hûr,
birînê me bûne kûr.
Em ji azadiyê birin dûr,
kujer kirin em bi şûr.
Sê netewên misilman,
şûr û mertal anîn kar.
Kujer û bi darda kirin,
em li hevdû kirin par.
Ramanên me li axretê,
ya Xwedayê îns û cîn.
Ewan zalimên li cîhanê,
li wir jî bin bi kerb û kîn.
Ya Reb tirsa me ewe,
zalim li wir jî hebin.
Li wir bibin dergevan,
belaya serê me bin.
Hêvi ya me ji yezdan,
Rehmê bikî li kurdan.
Li feqîr û jar û xizana,
Bar li wan nekî giran.
Ya Xweda yê dilovan,
Çavê te li me heyran.
Hiş û mejî yê me jîrke,
Xwedîyê erd û ezman.
25.10.2020
Yorumlar
Yorum Gönder