WELATO 5
WELATO(5)
Welato
bi kene
bila tu kes,
bi êşa te
nehes e.
Welato
ez dizanim
derd û kulê,
xelkê yek e,
ê min û te
hezar e.
Welato
li warê te
lat û zinar
û kevir, jî
wekî dilan
diaxiv e.
Welato
ma dil dikare
çend caran
bişikê? biqasî
şikestinên
dilê te.
Welato
derî yên
dilê min
bi nerînên,
dilê te
vedib e.
S, Mêrdînî
02.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder