YA XWEDAYÊ ÎNS Û CIN.
YA XWEDAYÊ
ÎNS Û CIN
Ez evîndarê welatim,
gorî me bi can û dil.
Welatên bav û kalan,
biparêzin mil bi mil.
Hin bi mal û canê xwe,
ji bo welat kirin feda.
Dê kurdistan azadkin,
bi hêz, qûweta Xweda.
Kurdistan bexên gulan,
gul vebûne renga reng.
Xort û ciwanên welat,
li dinyayê dane deng.
Ez seyda amade me,
ey Xwedayê şev û roj.
Bendê te me ya Rebbî,
min dil bi agir disoj.
Bibin dewletek azad,
da zarok neyê kuştin.
Neyên asîmle kirin,
hişê wan ne ên şûştin.
Ya Xwedayê îns û cîn,
hemû bendê bin destan.
Me û wan tev biparêzî,
ji ceng û ji zulmetan.
S Mêrdînî 09.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder