NABÊJİM EV JÎNE
NABÊJİM EV JÎNE !
Kêf û şahî kes neda min
Jînek bê ken bû para min
Parçe parçe ye warê min
Ya Rebb nabêjim ev jîne.
B'hezaran derbabûn sal
Nexweşî û hergavê tahl
Daye kurd û seydayê kal
YA Rebb nabêjim ev jîne.
Ez însanim ka warê min
Kanî zar û ka zimanê min
Dijmin qedexe kirye limin
YA Rebb nabêjim ev jîne.
Ka ji nû ve, min bîne jînê
Em azad bikin warê evînê
Ez bi rûmet bim li cîhanê
Ya Rebb nûve min bîn jînê.
S Mêrdînî 12.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder