DÎLBERA MIN.


Ez ji te pir hez dikim, tu dest û lingê minî, tu roniya çavê minî, tu jîn û jîyana minî, ez ji te hez dikim dîlbera min, ez mîna ku yekî tî be, bi hisreta avê ye.


Ez nikarim bêyî te bijîm,

tu ruh û canê minî.


Ez gula te me, tu bilbiilê minî, ez roja te me, tu jî ew roja min geş dikî, ez derya me, tu jî rengê şînî, ez keştîya te me, tu jî ajokerî, li min digirî.


Ez nikarim bêyî te bijîm,

tu ruh û canê minî.


Evîna me di dilê me de, pir mezin e, bila ev evîna me ya bedew, bi dawî nebe, û dijminên eşq û evînê, nekevin, navbera me ji dil ji min hez bike.


Ez nikarim bêyî te bijîm,

tu ruh û canê minî.


Min li rûyê te, li çavên te nenêrî, min ji bo te dilê xwe dirandî, xwîna min pijand û kelandî, ger tu bixwazî ​​ez serê xwe ne êşînim, bi şev û bi roj, dilê min ji bo te lê dixê, dîlbera min.


Ez nikarim bêyî te bijîm,

tu ruh û canê minî.


S Mêrdînî16.10.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL