XWEZÎ BI KURDÎ.



XWEZÎ BI KURDÎ.!


Dê bêjin xwezî b'kurdî,  

li kom û civatan fedî.

Dema we jî bixwenda, 

me bidîta ji we merdî.


Nexwendî bi kurdî bira, 

dil da bûn zarê gura.

Ger we bi kurdî lêkira, 

dê bibana find û çira.


We zimanê kurd jêkirî,

ziman xist devê gurî.

Ma xayîntî çiye weylo, 

kero ma tu lê nafikirî.


Kujer kir netewa xwe, 

şer kir li hemberî xwe.

Ax û xwelî, arî û pisî,

we avêt ser serê xwe.


Pênûsa we wekî şûr,

şûrekî hibir bi xwîn.

Li dijî zimanê kurdî, 

milda hovên gur hebîn.


Ne pêwîste pir bêjim,

em nabin dost û bira.

Li hember netewa kurd, 

hûn bûn hevalên gura.


S Mêrdînî 13.10.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL