ZERÎYA BEDEW
ZERÎYA BEDEW
Zerîya bedew xortê ciwan
Awir da hev dil bû rewan
Davên berhev wekî kewan
Ji wan revî xewnê şewan
Ji wê eşqê erd bû herrî
Çiya bûne deşt û berrî
Lawik ber zerîyê digerî
Talîyê anî li ser xeberî
Pir nazdare keçika hindî
Nav û dengê wê bi rindî
Zerîya bidil xwe da bendî
Lava dike lawikê gundî
Li hev hatin bisoz û bextî
Hevdu nadin bitac û textî
Pîroz be her gav û wextî
Ne qelendan ne jî nextî
S Mêrdînî 02.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder