XALÊ SEÎD!
انا لله وانا اليه راجعون
27.08.2021
XALÊ SEÎD
Ji xalê Se'îd meke pirsî
Ji Amedê ta erş û kursî
Ji xwe ez dinav wê tirsî
Ya Reb lê bike rehmetê
Pirsa bin wê qebra tarî
Ew nezanên xwelî serî
Ji ber wê derd û kederî
Ya Reb lê bike rehmetê
Gora tarî ji wî re mekan
Neçar li wê di bin sekan
Mûnkîr, nekîr û melekan
Ya Reb lê bike rehmetê
Emel bo mirova hevale
Mirov çi bike ew li bale
Fikar ji bo wê erx û çale
Ya Reb lê bike rehmetê
Li qîyamet ê li ser pir ê
Dema çav da wî agir ê
Bê fêde çare w bergerê
Ya Reb lê bike rehmetê
Ew nexweşî te ji ku anî
Kê dabû te kes nizanî
Xeftek hedar ji mer anî
Ya Reb lê bike rehmetê
Tu çû xatir ji me xwestî
Ji ber vê êşê neda destî
Kê ew didît wî dixwestî
Ya Reb lê bike rehmetê
Emê çawa te ji bîr bikin
Zarên biçûk ji şîr vekin
Pir gazind û qîr qîr dikin
Ya Reb lê bike rehmetê
Emê kengî te ji dil derxin
Dil tije sarinc û bîr û erxin
Emê çawa hevdu liberxin
Ya Reb lê bike rehmetê
Xweda rehma xwe lêbikî
Gora wî ji mermer çêbikî
Wek daxwaza wî pêbikî
Ya Reb lê bike rehmetê
S Mêrdînî 02.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder