WELATO 6
WELATO (6)
Ka zozan û çiya yên te
Ka wargeh ka cîhên te
Tev kavil bûn warên te
Welato girane bar ê te.
Ka dar û daristanên te
Ka zevî û ew mêrgên te
Tev şewitand neyarê te
Welato girane bar ê te.
Ka havîn û ka ew bihar
Ka zivistan û rojên sar
Neyar li te bûne dijwar
Welato girane bar ê te.
Neyar hirç û gurên hare
Te dinêr bi çavê xedare
Her wekî dûpişk û mare
Welato girane bar ê te.
Ev çi neyarê bê biryare
Ji bo te dike zare zare
Em belav kirin li bajare
Welato girane ber ê te.
Sal nehsed û notû çare
Agir li ser te pir dibare
Gundî gelek birîn dare
Welato girane bar ê te.
Emman bin destê neyar
Dil û hinav tev birîndar
Ligel dijmina sîxor şîyar
Welato girane bar ê te.
Gundî man li çol û beyar
Zêç, zarok bi qîr û hewar
Hawirdor xayîn û gemar
Welato girane bar ê te.
Em bê deng qet nikarin
Bi derd û kul û bi hejarin
Tev hişk bûne li nezarin
Welato girane bar ê te.
S Mêrdînî 22.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder