ÊDî NEMA?


Êdî nema bêhna çol û çolistan, gelî û çiyan li gewdê min tê, li warê min, yê dagirkirî, di elenda sibehan de dema ku ez ji xew şiyar di bûm li ser banî di evzêla xwe de pêlên kewzan û helalkan li ber bayê derbas dibûn, bêhna merxan bilind difûrî, li ser gewdê min şitlên darê behîvan û mêwên tirî şîn didan, kanîya bîrika mûsa dinav hinavê min re derbas dibû, gava ku min berê xwe dida çiyayê qûla xizana ji dûr ve silav dida min.

Niha jî ew hemû xewn bûne xeyal, û ez li ser bêhna axek gemar şiyar dibim, çolistanek bê dawî tije sîx û kelem û dirî, cîhek derewîn li vê cîhê gemar, min baş cuda hîya çiya û çolistanan naskir.!

S mêrdînî, 03.10.19

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL