BILBILO
BILBILO
Te mala xwe,
li ser kîjan
şaxê gulan ava kir?
Eşkere ye
ku tu bilbilê,
parêzgeha Welatî.
-Ma hûn doza xwe
ji bo gulê radigirin?
ma kes heye
ku tengahiyê,
dide bilbil,
ma di şevên tenêtîyê de
ronahiya we heye.
-Kulîlkek we heye
ku hûn serê xwe
lê bixin?
-Tu evîndarî,
ji min re bêje,
bilbilo ma hezkiriyek te heye?
-Ma lehî rabû?
kulîlk û nêrgizên we,
xerab şewitî?
-Binefşê xew kir,
rabû şiyar bû.
-Bilbil bi laleyê radizê,
bilbilo ma tu dikarî
ji min re bêjî,
çi derdê te heye?
-Tu çi distirê?
ji min re bêje bilbilo,
pêşiya te çi ye?
Talîya te çi ye?
-Ma bilbil heye
ku were ji te bipirse?
ji kerema xwe,
wê meke,
ji bo gula te paşketine
bilbilo.
Ev welatê zalim
dê pêşiya me bigire,
bila seyda
bi te re nemîne hisret,
kî ye derdê te,
dikire û kî ye
derdê te difroşe?
Bilbilo ....
S Mêrdînî 29.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder