AX Û WAX



AX Û WAX !


Ax û wax ji ber neyare

Ji welat re dost û yare

Gelê kurd re bû xedare

Weke hirç û gurê hare


Xwîna me kurda vexware

Goştê me jî bi ser xware

Xayîn û sîxor û gemara

Qet bi wan nebûn şîyare


Neyar talan zêr û tişte

Sê netew bi hevre pişte

Rom û ereb, tev tûran e

Xwîna me kurda dimêşte


Cîhan tev temaşe kire

Derd û kul li me zê kire

Bi dest kesên stemkare

Malik li kurda xera kire


Agir û pêt ketî dilê min

Kuştin heye li warê min

Bo egît û bo pêşmerga

Hêsir dibare ji çavê min


Li ber berf û bagerane

Hin li zîndan bin destane

Heçê kesên li gel neyare

Rojekê wê bibin qûrbane


S Mêrdînî 01.10.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL