EZ Ê HERIM
EZ Ê HERIM.
Di rêya te minda ciwanî
Te kêf neda xweşî neanî
Şah lewendî ya te kanî
Ez ê herim bi xatir ê te....
Tu ne aza û ne serbestî
Min rêya xwe ne guhertî
Wanî bi qelsî wanî mestî
Ez ê herim bi xatir ê te....
Min,te têr nedî gula baxan
Deşt,çiyan, mêrg û zozan
Ez bi ferman tuyî bi talan
Ez ê herim bi xatir ê te....
S Mêrdînî 06.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder