WELATO 4
WELATO 4
Ez wek êvara
pir westiyayî,
wekî şevên
reş û tarî çirandî,
bigir destê min,
ku ez derya çavên
bi rondikim,
ez okyanûsim,
ez agirpijim,
ez natebitim,
bigir destê min,
ku çem û kanîyên min,
robarê û herikên min,
ji çav kanîyan hişk bûye,
ava min xelas dibe,
ez hîn jî
aşiq û hez kirinê
te me,
ez her dem,
her gav,
dil ketiyê te me
Welato ....
S Mêrdînî 29.09.21
Yorumlar
Yorum Gönder