DEM Û ÇAX.
DEM Û ÇAX.!
Ger dev û dil ne yek be
Zanyar û zanîst nebe
Li hemberî wek te nebe
Dê rewş tim şerpeze be
Bi dev wek dost û bira
Lê di dil her wekî gura
Em nezanin, û mal xira
Lewma mame bê çira
Em ne,azad û bêdewlet
Bûn bêqîmet û bêrûmet
Kurd bûn çar parçe û let
Loma em nebûn dewlet
Ew me dixwin şev û roj
Dinya l'me kirin wek doj
Laş şewitand maye koj
Dil û hinav li me disoj
Dem û çax bûne derbas
Zulma liser me bê qîyas
Kurd bi azadî nebûn nas
Em tim li binê şûr û das.
S Mêrdînî 17.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder