Lİ MÊRDÎN..
Li mêrdîn, li warê
minî kevnar,
sibehek bê deng
ji xew rabûm min
xewnek, xeyalek,
axînek û sîberek ji
dara mazî hiştim li
derîyê meşkîna di
nav hilm û bêhna
bajêr de, xewna
min di xew de ma
xeyalê min li derîyê
meşkîna ma axîna
min li ber perê
ezmana rûniştî ma
sîberka mina ji dara
mazî bi şilf û berên
bajarê kevnar ve
girêdayî ma, tev
li bendî minin ku
dê ez li wan sîberkan
vegerim û vegerim ...!
S,M.16.12.2019
Yorumlar
Yorum Gönder