GAZIN A ZIMWN.



GAZIN A ZIMAN


Li eywana b'rûmet bûm 

Li bajara bê qîmet bûm


We min ji nav xwe rakir

Xan û eywan tev xirakir


Ji dîwan ê ez bê parim

Ji ber wê ye ez hejarim


J'xwendinê ez dûr kirim

Loma stûxwar hîn jarim


Welatê min wêran kirin

Talan kirin giran barim


We biyanî li min kir şûr

Ji min gelekî bûnê dûr


We l'minda kêr û xincer

Ne bi ceng û ne jî bi şer


Birîna min pirr kevnare

Ji dest sîxor û gemare


Çiqas diçe ew dibe kûr

We qet kirî ez kirim hûr


Şev û rojan ez dihelim

Dilê xwe de ez dikenim


We bê derb, ez kuştime

Ez bê xwedî we hiştime


Bûme wek kesê hejare

Mixabin sed hezar care


Nevî yên Xanî û Teyranî

Gotin, peyvên we biyanî


S Mêrdînî 04.10.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL