DIL BI KOVAN Û BI NALÎNE



DIL BI KOVAN Û 

BI NALÎNE


Dil bi kovan û bi nalîne

Bi êş û jan, dil bi birîne

Li hêviya yara xwe me

Sebr û taqeta min nîne


Bi hisreta dîtina te me

Ez timî li benda te me

Hêsirê çavan diherikin

Wek çem,wek kanî me


Li cîhanê gelekî bi navî

Di dest dijmin tu bê avî

Binêre tu li rewşa min

Tu wek cîhekî bê diravî


Min tune ye dê û bave

Hov qetandî min zirave

Roj bi roj xwe berda ye

Dil û ceger ligel hinave


Min ji te gelekî hezkirî

Her dem û li her derî

Ez kuşt û ez helandim

Weke berfa li ber derî


Bi serde ev qorona hat

Derdê me kirye wek lat

Di mal de mane bêçare

Çavê li rêya te ye welat


Em bi vê êşa xemgînin

Li hêviya Rebbê jorînin

Ger bersiva te mi neda 

Welato li min biborînin


S Mêrdînî 31.09.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL