HECÎ LOQMAN


Bi xayîntî ketim kemînê.

Eniya min li hember gûlle û derbên faşîstan spî bû.

Wan laşê min li pey trimbêlê (seyarê) kişandin da ku ew bêtir êş bike.

Kaş dikin ber bi Cizîra botan ve diherikî, xwîna min wê şevê dadikeve.

Find û çira di bêdengiya bajarê Cizîrê de vemirî.

Di wê şeva xayîn de, dijmin bê dilovanî kenê min teqand.

Dayê, min wê şevê xwîn li rûyê qirêj yê sê dar ê vereşand.

Evîna kurdistan dilê min diêşand.

Di kêliyek stemkaran de, derb û gûlleyên kor ketin laşê min.

Dilopên xwîna min wê şevê herikîn wek çemê dîjle û firatê.

Cizîra botan wê şevê di bêdengiya bajêr de digiriya.

Mirov ji nişka ve li ser laşê min ê nazik geş bûn.

Ruhê min ber bi textê xwe ve bilind dibû.

Wan derb û gûlleyên xwe yên kor li bedena min a nazik diqulipandin.

Mirovahî şerm û fedî kir dema ku wan nekarî tiştek bikin.

Li kûçe û kolanên, teng yên bajarê Cizîrê wê şevê bêhna xwînê dihat, bêhna xwînê dihat ....

S Mêrdînî 15.09.2018

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL