Şevê din ku min xwe,
li sînga te girt,
helbesta xwe nivîsand, Welato .!
Min cixarek xwe,
ji tûtina xursê,
ya herî hişk dikşînim,
hilm bi hilm,
ji min re tê gotin
ku ez xwe bişewitînim,
an jî pêlên xwe germ bikim,
bi hisreta bêhna Welat.
Helbest û çîrokên,
ji awiran,
li ser şaneşîna,
daliqandî ye!
Dilê te digirî ya,
hemû xwestekên min,
diparastin.
Di elenda ber banga,
sibehê ji bêdengiya
me ra bûn.
Ew dilê,
bi girî û şikestî
ku ez,
xwediyê wî me.
Ez evînê di nav
destên te de, didim hev.
Min dîwarên pola,
ava kirin,
bêhna te ji şev,
sibehên wê hîşyar dibin,
niha her hilmek,
bêhnek, hisretek,
evînek Welate.
Hisreta min,
li ser sînga te,
ku ez himbêz kirim,
û bêdeng mam ....
S M 08.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder