DEMSALA BIHARÊ

Her ku demsala biharê de dar û kulîlkên cur bi cur têne, gul û beybûn,

rihan û nêrgiz bêhna

xweş dide xwezaya

pîroz û xwe dixemlînin. Payîzê kirasên xwe li bejna demsala biharê dikir bi qehr û bi kîn, pel

bi pel diweşand, lê bihar bi xemgînî û bi neçarî temaşe dikir, qet xwe ne lerizand.

Di elenda (şeveqa)

sibehê rojek xweş û geş

li ezmana keskesorek reng bi reng tijî bû mizgîniya vejînek nû dida, lê belê ewrek tarî

rik rikê li ezmana me

xwe xûya kir şev hat ji

derd û kul an ji jan û êşan her bûye para

me, bi ronahîya heyvê

me xwe hîn dikir, lê ez

nizan im çima î şev

heyvê jî xwe veşart û çirûskên stêrkan xwe tev tefandin li me bû şevek tarî.!

S Mêrdînî 15.08.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL