DÎLBER Ê .!
Şewqa tîrêja çavên te
mêr kujin, ger ku tîrêjên çavên te dê min bikuje, ê de ka bisekine ez ji te re bêjim Dîlbera min.
Gelo ma mirî çend çaran li gerdûnê dimirin, ger ku tê bêjî ez dikarim, mirîyan ji goran bi ramûsanekî jîyan bikim, û an jî bi awirekî bin ax bikim.
Ezê wê gavê bêjim, min
bikuje, û min bikuje û ji ramûsanên te têr bibim ma çi ji mirina ji destê te, xweştir heye.
Mirovên bi awirên çavên te bê kuştin û bi ramusanên te bê jîyandin ew kes mirovek bextewar û dilşad dibe.
Gerdûn û bihuşt her du bi dest xistî ye gelo ma çi ji wê mirinê û wê jîyanê xweştir heye .....
S Mêrdînî 18.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder