WELATO 8

WELATO 8

Ger dilê min, bask û milê min

têk ve biçin guhdar nakim

ne baran, ne zîpik, ne berf,

ne seqem, ne serma û ne

germa bi çavên girtî

ez ê bimeş im li ser rêka

kevne şopên demekî dûr û dûr ...!

Ez ê xwe li bêhna xwezaya 

Welat bigirim û wek bêhna kulîlkan,

rihan, berfîn, sinbil, nêrgiz,

stêrgul, sosin, binefş, şekrok,

beybûn, berfîn, çatir, kasnî,

kaktûs, perperok, sefran,

yasemîn, xemlîn, şîlan adarok,

gulberroj, lale, nefel, nîlûfer,

helz, hêro, gulçîçek, dawudî,

gulgenim, sorgul, zembeq û

indekoya xwezayê şimamokên

bîstan û gulên nava werzê

rezên tirî qet nayê ji bîr kirin

ger û geşta daristana deşt û

zozan û çiya, robar û sûlav

û kanîya xûşe xûşa çem û

dehlan li warê bav û kalan!

ger rê li min bê guhertin jî,

tu nav nîşana minî a herî bi

dawî ye hey lo welatoooo!


Seyda Mêrdînî 27.10.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ