HÊLEK JI HÊLÊN!
HÊLEK JI HÊLÊN!
Hêlek ji hêlên,
cîhê me kurdan.
Şahîyek ne dîtî,
ji êş û derdan.
Çolek bi kemîn,
top ser dibarî.
Zinar û kevir,
tev di bûn arî.
Top û hewana,
gumîn û zimîn.
Jehra mirinê,
gaz li erdê rijîn.
Derbên balefiran,
dikin qîj û fizînî.
Seh nakin tu kes,
dengê qîr û girînî.
Şev bûye tarî, sterk,
ji jor hatin xwar.
Rê li me girtin,
neyarê xwîn xwar.
Heçê nexweşxane,
tev tijî birîndar,
Dengê dayikan tê,
bi qîr û bi hewar.
S Mêrdînî 14.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder