MIN BIHÎST ..!.


Min bihîst ku te

rewşa min pirsî ye,

ez çawa me,

xem meke,

ez baş im, ez baş im ...!


Ez mîna ku te,

dev ji min berda û çûyî,

ez sax im,

ji miriyan ne cudatir,

ez mîna pêlîstokek,

zaroka me,

ez hinekî bi xemgîn im,

hinekî bi xemgîn im,

ez di nîveka çolê de me, 

xem meke,

ez baş im ez baş im ...!


Ez tenê derbas dibim,

alîyek min kor e,

alîyek min kulek e,

min destên xwe,

ji karê xwe kişand,

ez hewl didim,

ku jiyana xwe,

ji paşerojê dûr bikim,

ji bîranînan, ji xewnan,

ji xeyalan, ji hêvîyan,

ji xwestekan,

ji daxwazîyan,

ji her tiştî,

bi rastî, haya min,

ji jînê jî tune,

xem meke,

ez baş im, baş im ...!


Ez mîna keştiyek,

di benderê de me,

li ber bahozê, serî netewand,

mîna ku min hişê xwe,

winda kiribe,

ji xwe re,

digirîm û diken im,

her wekî dîna,

ez mîna kevokek,

ku her du baskên wê,

şikestî ye,

ji cîhek bilind,

dikeve valahiyê,

xem meke,

ez baş im, ez baş im ...!


Ez mîna kunda,

şevek bê star,

di şevek tarî de me,

cihê ku roj lê ye,

ez mîna find û çira me,

ez wek xwelî ya ku

ji ber bayê,

ji kevir tê avêtin e,

ez sax im,

ez ne mirî û ne jîndar im,

xem meke,

ez baş im ez baş im ...!


Ez tenê,

piçek tevlî hev im,

por û rîha min,

tevlî hev e,

herdu milên min,

ji kokê ve şikestî ne,

lê xem meke,

ez baş im, ez baş im ...!


Ez mîna ku te,

dev ji min berda ye,

hinek bi xwe re,

pir bi we re,

ez mîna fanek,

li dora xwe dizivirim,

paş û paş lê ez,

li heman cihî me,

xem meke,

ez baş im ez baş im ...!


S Mêrdînî 07.10.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL