HÊVÎYA ME.
HÊVÎYA ME ..!.
Ger tîra eşqê kete dil,
kes nikare jê bireve.
Dibe wek mem û zîn,
ligel eşq û evîn teve
Wekî Xanî w Cizîrî,
li gel batê w teyran.
Dilê ligel evîn û vînê,
gazin jê neke qûrban.
Bi zarîn û bi hewar,
tu wekî bilbilê şadî.
Li ser evîndara lêke,
ta tu bighêjî miradî.
Bilbilê bi kêf û şadî,
deng û awazê xweş.
Tu dil pak û dil zelalî,
bi rûyekî sîma û geş.
Ev çend hezar sal in,
Bextê me kurda reşe.
Hêvîya me ma xweda,
daxwaza me bi meşe.
S Mêrdînî 07.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder