DARÊ ŞIKESTÎ.





DARÊ ŞIKESTÎ.


Ez bûme darê şikestî

Bê mecal û helwestî

Nav dost û yara qelsî

Ez b'kovan û b'xemgîn


Ez seydayê mêrdînim

Ger yara xwe bibînim

Dil û hinav bi xwînim

Ez talîyê herim nisêbîn


Felekê bi me ne kenê

Bila dil qamişlo bibînê

Dûv re herim mêrdînê

Ji nûv derman kim birîn


S Mêrdînî 15.10.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL