MEYA EŞQÊ.
MEYA EŞQÊ!
Meya eşqê b'noş vexwar
Ji eşqa xwe nayême xwar
Ez ê zivistan, bikim bihar
Dûr bixim ba û berfa sar
Bi ruh û can û dest û pê
Ger dil bo dile ew dê bê
Bar pir giran, lê her divê
Bihar jî neçare, waye tê
Ez dizan im gul bi stirî
Dil bibe wek ew liba tirî
Dil bi eşqa, xwelî û herrî
Ji bo gula xwe her derî
Wek bilbila her dixwînim
Keskesorê ji dûr dibînim
Serî ser gula xwe datînim
Gulistana xwe d'hebînim
S Mêrdînî 16.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder